Jibo evîna mezin
Bîrîname birîndar bû nedihîştîn ku birîna me kew bigre û sax bibe.Geh li wî alî geh li wî alî em dibin sîya şûrê dagirkeran de mabûn di xewê de.
Roj derket tîna xwe da her derê welat û em wekî pîvongên zer ên biharê ji nûve pişkivîn û zer şînbûn dibin barana biharê de û bi tîna rojê em bûn gihîştî û çiqas gehîştin ; geşbûn hatin hezkirin û geh bûn şîn geh jî bûn şahî li wî warê ku bav û kalê me wekî mîrasekî nîvcûmayê jibo me wesîyetkiribûn.
